Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres banga hişyariyê li Yemenê kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres banga hişyariyê li Yemenê kir

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres piştî êrîşên hewayî yên kujer ên DYAyê li Yemenê dest pê kir, banga "bêhnfirehî û rawestandina hemû çalakiyên leşkerî" kir.

Amerîka li Yemenê gelek êrîşên asmanî li dijî Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike, pêk anîn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hûsiyan Enîs el-Esbahî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku piraniya wan jin û zarok 31 kes mirin û 101 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerên Yemenê, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric daxuyanî da.

Berdevk diyar kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres piştî ku Amerîkayê êrîşên esmanî li ser Yemenê pêk anî, banga "bêhnfirehî û rawestandina hemû çalakiyên leşkerî" kir.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Dujarric di daxuyaniyekê de got: "Her tundbûnek zêde dibe ku aloziyên navçeyî hîn xirabtir bike, çerxên tolhildanê zêde bike ku dikare aramiya Yemenê û herêmê bêtir bêîstiqrar bike û metirsiyên ciddî derxe ser rewşa mirovî ya xerab li wî welatî."

 
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.