Kirmanşan | Rejîma Îranê 7 girtiyên Kurd bi dar ve kiribû: Nasnameya 3 kesên din jî aşkere bû

Kirmanşan | Rejîma Îranê 7 girtiyên Kurd bi dar ve kiribû: Nasnameya 3 kesên din jî aşkere bû

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, sibeha roja Çarşemî, 26ê Şibata 2025an, 7 girtiyên Kurd li girtîgeha Dizîlavayê ya bajarê Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin. 

Nasnameya 3 girtiyên dawî yên vê bûyerê, Mehdî Celîliyan (27), Şerîf Ehmedî (41) û Cewad Mîhendost (33), ku hemû xelkê Kirmaşanê ne jî ji aliyê Hengawê ve hate eşkerekirin. 

Ev 3 girtiyên Kurd berê bi tohmeta têkildarî madeyên hişbir di dosyeyên cuda de hatibûn girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî cezayê îdamê bûbûn

Di heman rojê de, 4 girtiyên din ên bi navên Mîlad Muradî (27), Elî Çeşmesifîdî (31), Mihemed Fireydûnî û Bêhrûz Sefrî Qel`eZencirî (36), ku bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibûn cezakirin, jî li heman girtîgehê hatine bidarvekirin.

Heta niha, medyayên fermî yên hikûmetê û bi taybetî yên bi ser Dezgeha Dadwerî ya Îranê, tu nûçeyek derbarê bidarvekirina van 7 girtiyên Kurd de belav nekirine.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.