Mesrûr Barzanî: Em hêvîdarin li nêzîk hikûmeteke bihêz pêk bînin

Mesrûr Barzanî: Em hêvîdarin li nêzîk hikûmeteke bihêz pêk bînin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Adarê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê Iraqê Patrick Durel kir.

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û deverê bihev guhertin.

Di beşeke din a civînê de, li ser danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate axaftin û Serokwezîr Barzanî diyar kir, rewşeke erênî û hevfêmkirineke baş peyda bûye û hêvîdar in paşerojeke nêzîk hikûmeteke bihêz û hevgirtî pêk bînin.

Giringiya nehiştina astengiyên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û dabînkirina pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê jî beşeke din a danûstandinan bû, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem jî di wê civînê de amade bûbû.

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.