Şino | Rejîma Îranê ji ber beşdariya Newrozê 6 Kurd desteser kirin

PeyamaKurd – Rejîma Îranê li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku tev li pîrozbahiyên cejna Newrozê bûne, 6 Kurd desteser kirin.
Li gorî raporekê ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, 6 Kurdên ji bajarê Şinoyê û derdora wê, ji ber ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne, ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatine hatine desteserkirin û neqlî cihine nediyar hatine kirin.
Roja Yekşemî, 16ê Adara 2025an, Metîn Çûpanî (20) Ebûbekir Xatemî (47) Hadî Cemiî (48 ku her 3 jî ji Şinoyê ne hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku Ebûbekir Xatemî û Hadî Cemiî li cihê karê xwe û Metîn Çûpanî jî li mala xwe ji aliyê hêzên Îtilaatê (dîsîplîn) ve hatine desteserkirin û dema desteserkirinê îşkenceya fizîkî li wan hatiye kirin.
Her weha, êvara roja Şemî, 15ê Adara 2025an, 2 Kurdên ku diyar bûye Samî Xizrî û Mesûd Xizrî ye û ji gundê Şawaneyê Şinoyê ne, û Hemze Zîbakelam yê ji navenda Şinoyê ye, hatine desteserkirin.
Hengaw dide zanîn ku Mesûd Xizrî li xala kontrolê ya gundê Nelîwanê yê Şinoyê hatiye desteserkirin.
Hengaw tekez dike ku nayê zanîn bê ka rejîma Îranê wan li kû desteserkirî dihêle.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.





