Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê kir û derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê û rewşa parêzgeha Kerkûkê de gotûbêj hatin kirin.
Îro, Sêşemê (18.03.2025) li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê proseya siyasî ya Iraqê û rewşa parêzgeha Kerkûkê de hatin kirin.
Her weha behsa hemahengî û nêzîkbûna navbera aliyên siyasî yên parêzgeha Kerkûkê hat kirin, ji bo bipêşxistina pêkvejiyan û aramî û pêşkeşkirina xizmetan ji nîştecihên parêzgeha Kerkûkê re.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




