Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê Kallas peyama piştgiriyê da Sûriyeyê

Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê Kallas peyama piştgiriyê da Sûriyeyê

PeyamaKurd – Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê ku li Brukselê pêk hat, daxuyanî da. 

Kallasê bal kişand ser bûyerên di 6ê Adarê de li Lazqiyeya Sûriyeyê qewimîn û wiha got: 

 

“Ev tundî me gelekî xemgîn dike û nîşan dide ku hêviyên ji Sûriyeyê bi awayekî cidî tên tehdîdkirin.”

Kallasê diyar kir ku divê YE bi hevkarên herêmî re zêdetir piştgiriyê bide pêvajoya Sûriyeyê û got, bûyerên tundiyê wê îro ji aliyê wezîrên derve ve jî bên gotûbêjkirin.

 Kallasê got, 

“Tişta ku em dixwazin li Sûriyeyê bibînin ew e ku birêveberiya Sûriyeyê gavên pêwîst bavêje da ku hesab ji berpirsyarên van komkujiyan bê pirsîn.”

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.