Makedonyaya Bakur | Ji ber şewata ku 59 kes tê de mirin, 15 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Doh, şeva Yekşemê li Makedonyaya Bakur di klûbeke şevê de şewatek derket, 59 kes mirin, zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku 15 kes ji ber bûyerê hatine binçavkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Panche Toşkovski got, şewat di dema konserekê de saet di 04:30 de derket.
Heta niha nasnameya 39 kesên mirî hatine tespîtkirin.
Rayedaran hişyarî da ku hejmara miriyan dibe zêde bibe, 20 birîndar di rewşeke krîtîk de ne.
Hikûmetê 7 roj şîna neteweyî ragihand.
Şewat li bajarokê Kocani yê rojhilat qewimî, piraniya kesan ji ber şewatê, dûmanê û pevçûna li deriyê yekane mirin an birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di nav miriyan de zarokên ji 16 salî biçûktir jî hene.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.




