Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê pêşhatên herêmî gotûbêj kirin

Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê pêşhatên herêmî gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Pete Hegseth pêşhatên herêmî gotûbêj kirin.

Mihemed Şîa Sûdanî roja Yekşemê 16ê Adara 2025ê bang li Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Pete Hegseth kir.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Hegseth di pêwendiyeke telefonî de got ku eger Hûsiyan êrîşên xwe yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor nerawestînin wê operasyonên xwe bidomînin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî got: "Em ê şêwirmendên koalîsyona navneteweyî biparêzin û çek wê tenê di destê dewletê de bin."

Aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hevkariyên ewlekarî di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de kirin, hevdem tekezî li ser pabendbûna xwe ya hevbeş ji bo rêgirtin li dubarebûna metirsiyên terorîstî û îdyolojiyên tundrew, bihêzkirina hewlên dijî terorê û piştevaniya ewlehiya navçeyê kirin.

Sûdanî û Hegseth tekezî li ser girîngiya diyalog û hevkariyê ya berdewam ji bo dabînkirina aştî û ewlehiyê li herêmê kirin.

 
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.