Rageşiya li ser sînorê Sûriye û Lubnanê: Cenazeyên 3 leşkeran hatin dîtin, roket avêtin

Rageşiya li ser sînorê Sûriye û Lubnanê: Cenazeyên 3 leşkeran hatin dîtin, roket avêtin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku endamên Hizbullahê 3 leşkerên Sûriyê revandin û îdam kirin.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA li ser zarê Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Berevaniyê ragihand ku endamên Hizbullahê ketin kemîna 3 leşkerên artêşa Sûriyê û ew birin Lubnanê.

Di raporê de hat ragihandin ku endamên Hizbullahê sê leşkerên Sûriyeyê yên ku li Lubnanê revandibûn îdam kirin.

Di vê navberê de di daxuyaniya nivîskî ya Hizbullahê de hat ragihandin ku ti têkiliya wan bi bûyerên li ser sînorê Sûriye-Lubnan diqewimin re nîne.

Di daxuyaniyê de herwiha hate tekezkirin ku ti pêwendiya wan bi bûyerên berê li Sûriyê qewimîn re nîne.

Li aliyê din ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê NNA ragihand ku roket li bajarokê El-Qesrê ku dikeve ser sînorê Sûriyê li rojhilatê vî welatî ketin.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku roketên navborî ji herêma Humsê ya Sûriyeyê hatin avêtin, lê derbarê kuştî û birîndaran de agahî nehat dayîn.

NNA ragihand ku di nava rojê de termên 3 kesên nasnameya wan nediyar li bajarê Qesrê hatin dîtin û piştre jî ji aliyê artêşa Lubnanê ve radestî rayedarên Sûriyê hatin kirin.

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.