ENKSê Destûra demkî ya Sûriyê red kir: Em mat man!

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser Destûra demkî ya Sûriyeyê ku doh ji aliyê Ehmed Şera ve hatibû îmzekirin û ji bo 5 salan derbas dibe, daxuyaniyek belav kir.
ENKSê got: “Em mat man ji Destûra Bingehîn a ku 13ê Adara 2025an li Şamê hat derxistin ku dûrî xwestekên avakirina dewleteke demokratîk e û cihêrengiya rastîn a civaka Sûriyeyê nîşan nade.
Ev daxuyanî ji aliyê komîteyeke ku nûnertiya pêkhateyên cuda yên siyasî, etnîkî û olî nake hatiye amadekirin û ragihand ji berfirehî û lihevhatina neteweyî bêpar dihêle û bûye sedema berdewamiya nêzîkbûna dûrxistinê û yekdestdariya desthilatê.”
ENKSê diyar kir, naveroka wê destûra hatiye ragihandin guh nedaye cewhera piralî ya Sûriyeyê û got: “Rastiya nasnameya wê wekî dewleteke pir etnîkî û pirolî, mafên neteweyî û olî yên pêkhateyên wê garantî nekir.
Bi dûrxistina pêkhateyên din yekparçeyiya neteweyî bi navê dewletê ava kir.
Herwiha prensîba bêbandorkirina dewletê ya ji olan binpê kir, bi domandina şertê ku serok ji heman olê be ku ev yek berevajî prensîbên welatîbûna wekhev e ku bingeha her sîstemeke demokratîk e.”
ENKSyê rexne girt ku Destûr desthilatên berfireh dide Serokomar û da zanîn: “Deklerasyon sîstema navendî ya hikûmetê xurt kir û desthilatên berfireh da serokkomar, bêyî garantiyên zelal ên cihêbûna hêzan an hevsengiya sazûmaniyê. Tirsa vejandina otorîterîzmê bi şêwazên nû zêde kir.
Herwiha di bendên wê de sînordarkirinên zêde li ser azadiyên sivîl û takekesî hene û rola jinan a ji bo parastina statu û rola xwe ya civakî sînordar kir ku ev yek berfirehkirina otorîteriyê û tepeserkirina civakê ye.
Ji bilî vê, danîna dema veguhêz a 5 salan bêyî garantîkirina beşdariya dadperwerane wê vediguherîne amûreke ji bo domandina rastiya heyî, ne wekî pêşgotineke ji bo veguherîneke rastîn a siyasî.”
ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê vê daxuyaniyê wekî gaveke din a ber bi yekalîbûnê û yekdestdariya desthilatê dibîne.
Herwiha ENKS pêbendbûna xwe ya bi têkoşîna ji bo çareseriyeke dadmend û demokratîk a doza Kurdî tekez dike.
Ji ber ku ew pirsgirêka gelên xwecihî ye di çarçoveya Sûriyeyeke nenavendî ya ku mafên hemû gelên wê garantî dike û dadmendî û wekheviyê di navbera wan de pêk tîne.”
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




