MSDê Destûra Sûriyê red kir: Hewldana afirandina dîktatoriyê ye

MSDê Destûra Sûriyê red kir: Hewldana afirandina dîktatoriyê ye

PeyamaKurd – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku li Rojavayê Kurdistanê wekî baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye, ragihand ku belavoka pêşnûmeya destûra bingehîn a ku rêveberiya demkî ya Şamê qebûl kiriye, hewldaneke ji bo afirandina dîktatoriyê ye.

MSDê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Em wek Meclisa Sûriyeya Demokratîk danezana destûrî ya ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye pêşkêşkirin, red dikin. Me di daxuyaniya xwe ya 26ê Sibata 2025an de gotibû ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ di aliyê temsîla pêkhateyên civakî yan tevgerên siyasî de ne şefaf bû. MSD careke din piştrast dike ku hemû gavên ku li ser encamên vê kongreyê tên avêtin, dê di çareseriya pirsgirêka nîştimanî de kêm bimînin.”

MSDê diyar kir, “Ev reşnivîs, bi şiklekî nû despotîzmê ji nû ve hildiberîne, rêveberiya navendî çêdike, rayeyên mutleq dide desthilatê, lê xebata siyasî asteng dike û avakirina partiyan dicemidîne, rêgeha ber bi demokrasiyê ve betal dike. Di heman demê de reşnivîs mekanîzmayên diyar ên edaleta pêvajoya derbasbûnê paşguh dike û aloziya nîştimanî kûrtir dike.”

Herwiha hate destnîşankirin, “Em hewldanên ji nû ve hilberandina dîktatoriyê ya di bin perdeya ’pêvajoya derbasbûnê’ de bi tundî red dikin. Em teqez dikin ku divê danezana destûrî encamên lihevkirina rasteqîn a nîştimanî be, ne projeyek be ku ji aliyekî tenê ve were ferzkirin. Li ser vê yekê em banga ji nû ve sazkirina danezanê dikin. Divê destûr belavkirina desthilatê bi awayekî adilane mîsoger bike, azadiya xebata siyasî biparêze, mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê nas bike. Divê pergaleke nenavnedî ya demokratîk esas bê girtin û ji bo pêkanîna edaleta pêvajoya derbasbûnê jî mekanîzmayên zelal bêne danîn. Sûriye welatê hemû zarokên wê ye. Em ji nû ve avakirina sîstema despotîzmê qebûl nakin.”

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.