Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê: Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bi roleke bi bandor rabûn

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê: Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bi roleke bi bandor rabûn

PeyamaKurd – Steven Bitner di peyama xwe ya vîdyoyî de ku li ser torên civakî hatiye parvekirin got: “Hevkariya me ya li gel Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bi roleke giring rabûye û ji bo ewlekariya Amerîkayê alîkariyeke mezin kiriye.”

Bitner amaje bi piştevaniya welatê xwe ya bo hêzên Pêşmerge jî kir û got: 

 

“Zêdetirî 10 sal in em rahênan û kelûpelên pêwîst didin Hêzên Pêşmerge bo berdewamiya têkşikandina DAIŞê û jinavbirina metirsiya terorîstan.”

Serkonsulê Amerîkayê Steven Bitner bal kişand ser wê yekê ku piştevaniya vê dawiyê ya hêzên Pêşmerge dê ji bo pêkanîna operasyoneke serbazî ya bi bandor li dijî gefên DAIŞê giring be, konsulê Amerîkayê Steven Bitner diyar kir: 

“Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkariyê dikin da ku hêzên Pêşmerge di bin fermandarî û kontrola Wezareta Pêşmerge de bikin yek û hêzeke profesyonel û yekgirtî ava bikin. Bi hev re planên me yên hevbeş ên DAIŞê di paşerojê de ji bo parastina berjewendiyên me yên hevbeş li Iraqê sînordar in.”

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.