Şeybanî li Bexdayê ji aliyê Fuad Hisên ve hate pêşwazîkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî, îro Înê 14ê Adarê bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ve hate pêşwazîkirin.
Hate ragihandin ku wê Şeybanî ligel berpirsên Bexdayê pirsgirêka sînor û tevgerên DAIŞê yên li herêmên sînorî û rewşa dawî ya Sûriye û herêmê ligel berpirsên Iraqê gotûbêj bike.
Hêjayî gotinê ye, li gorî peymana navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyê de, sînorên Iraqê radestî hêzên Sûriyê têne kirin nêzîkî 600 kîlometreyan sînorê hevbeş heye.
Şeybanî serdana xwe ya Iraqê û Hewlêrê bipaş xistibû, lê hîn nediyar e piştî Bexdayê serdana Hewlêrê jî dike yan na.
15ê Sibata 2025an Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab gotibû, "Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ji bo Hewlêrê hatiye vexwendin û wî jî bi dilxweşî vexwendin qebûl kiriye."
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




