Nivîskarê Kurdî Ahmet Aras wefat kir

PeyamaKurd – Lêkolîner û nivîskar Ahmet Aras ku bi lêkolînên xwe yên li ser çanda Kurdî û wêjeya devkî dihat naskirin, li Îzmîrê wefat kir.
Ahmet Aras ku di salên 1965-66an de ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de hat girtin, piştî darbeya 1971ê neçar ma ku biçe Swêdê.
Lêkolînerê Kurd ku demekê li Swêdê mamostetî jî kiriye, beriya derbeya 12ê Îlonê vegeriya welêt û dema derbe pêk hat dîsa hat girtin.
Ahmet Aras ku ji ciwaniya xwe ve bi lêkolînên xwe yên li ser dengbêj, destan û efsaneyên Kurdî berhemên girîng ên edebiyata devkî ya Kurdî diweşîne, ev demeke dirêj e bi nexweşiyên bi pîrbûnê re têdikoşe.
Bi taybetî Ahmet Aras bi salan li ser jiyan û dengbêjiya dengbêjê Kurd Evdalê Zeynikê lêkolîn kirine ew lêkolîn kirine pirtûk û ji lêkolînerên edebiyata Kurdî ya devkî û dengbêjiyê re çavkaniyeke girîng a destpêkê ye.
Aras di jiyana xwe de li ser çîrokên dengbêj û destanên kurdî lêkolîn kir û çavkaniyên girîng ji arşîva berhevoka wêjeya devkî ya kurdî re hişt.
Cenazeyê Ahmet Aras li gorî wesiyeta wî dê îro bi balafirê bibin Erziromê û ji wir jî li gundê wî Mele Osman ê navçeya Qereyaziyê dê bê definkirin.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




