Hemasê pêşniyara danûstandinê bi erênî bersivand û daxwaza rêkeftineke berfireh kir

PeyamaKurd – Hemasê ragihand ku ji navbeynkaran pêşniyarek ji bo danûstandinan wergirtine û wan bi erênî bersiv daye, ku tê de daxwaza radestkirina leşkerê Îsraîlî Aidan Îskender û 4 welatiyên dualî heye.
Hat ragihandin ku Hemasê amade ye ji bo rêkeftineke berfireh, lê daxwazî ji Îsraîlê dike ku sozên xwe bi cîh bîne.
Rêberê Hemasê Husam Bedran tekez kir ku binpêkirina peymana agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve dê pêvajoyê têk bibe û daxwaz ji navbeynkaran kir ku Îsraîlê mecbûr bikin li gorî rêkeftinê tevbigere.
Rojnameya Axiosê ragihand ku nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff pêşniyareke nûjen pêşkêş kiriye ji bo dirêjkirina agirbestê heta 20ê Nîsanê, di berdêla berdana girtiyan û alîkariyên mirovî de.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




