Amerîka, Ewropa û Îranê pîrozbahî li Azerbaycan û Ermenistanê kir

Amerîka, Ewropa û Îranê pîrozbahî li Azerbaycan û Ermenistanê kir

PeyamaKurd – Amerîka (DYA), Yekîtiya Ewropa (YE) û Îranê, bi sedema lihevkirina li ser metna peymana aştiyê pîrozbahî li Azerbaycan û Ermenistanê kirin.

Wezareta Karên Derve ya DYA ragihand, "Amerîka, Ermenistan û Azerbaycanê ji bo temamkirina gotûbêjan li ser peymana aştiyê ya dîrokî pîroz dike. Ev derfet e ku rûpelê şerê çendîn dehsalan biguherin. Niha dema wê ye ku peyman bê îmzekirin û qonaxeke nû ya refahê li Qafqasya Başûr bê destpêkirin."

Serokê Konseya YE Antonio Costa di hesabê xwe yê medyaya civakî de got, "Ez Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan ji bo temamkirina peymana aştiyê pîroz dikim." Costa diyar kir ku ev gaveke girîng e ji bo normalkirina têkiliyan û bang kir ku peyman zû bê îmzekirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayi jî got ku Tehran ji lihevkirina her du aliyan li ser madeyên peymana aştiyê kêfxweş e û got ku ev gaveke girîng e ji bo aştiya mayînde.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov ragihandibû ku "Gotûbêjên li ser nivîsara peymana aştiyê temam bûn. Ti madeyên ku li ser lihevkirin nîne neman, Ermenistanê jî Azerbaycanê jî qebûl kirin."

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.