Mark Carney sond xwar û bû serokwezîrê Kanadayê

PeyamaKurd – Serokê Partiya Liberal ya Kanadayê Mark Carney, bi merasima li bajarê Ottawayê hat kirin de sond xwar û bû serokwezîrê 24em yê Kanadayê. Carney got ku hukumeta nû xwe daye ser xebatê û ji bo parastina Kanadayê dê bilez tevbigere. Carney, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got:
“Em îro hukumeta ku pêdiviyên wextê amade dikin ava dikin. Kanadayî ji me xebatê dixwazin û kabîna me dê vêya bike. Kabînekî wisaye ku bilez tevdigere, wê aboriya me bixe bin garantiyê, wê dahatûya Kanadayê biparêze û kabîneyekî biçûke.”
Serokê berê Justin Trudeau, ji sala 2015an heya niha serokwezîr bû û îro ji karê bi fermî bi 37 wezîrên xwe ve îstîfa kiribû û kabînê fesh kiribû.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.




