Di 24 saetên borî de 110 kes li Sûriyeyê hatin kuştin

Di 24 saetên borî de 110 kes li Sûriyeyê hatin kuştin

PeyamaKurd – Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR)ê raguhand, di 24 demjimêrên borî de 110 kes li Sûriyeyê bi awayên cuda û sûcên cuda hatin kuştin. 

Her weha diyar kir ku ji ber sûcek hemwelatiyek li gundûwarên Tertûsê 3 endamên malbata birayê xwe kuştin.

Li gor Riwangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihandiye, kesekî li mala xwe ya li gundê Elneqîb a gundewarên Tertûsê 3 endamên malbata birayê xwe dan ber guleyan û her 3 kuştin û reviya. 

Li gor çavkaniyên nûçeyan nakokiyên malbatî li Sûriyeyê gelek zêde bûne û ew jî dibe sedema pêkanîna sûcên edlî yên bi vî rengî.

Riwangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku di 24 saetên borî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê 110 kes hatine kuştin û rewş di bin kontrolê de nîne û sûcên kuştinê gelekî zêde ne.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.