Qeterê dest pê kir gaza siruştî ji Sûriyeyê re şand

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ji ser zarê 3 jêderên zanyarî belav kir, ku Qeterê ji bo peydekirina pêwîstiya elektirîkê ya Sûriyeyê bi rêya Urdinê, dest bi hinartina gaza xwezayî kiriye.
Hat diyarkirin ku ev pêngava Qeterê bi piştgiriya rêveberiya nû ya Amerîkayê hatiye kirin.
Li gorî nûçeya QNAyê, li ser daxuyaniya Sindoqa Geşepêdanê ya Qeterê, “Di qonaxa yekem de wê rojane heta 400 megawat elektrîkê bi çavkaniyên Qeterê were hilberandin û kapasîteya hilberînê ya stasyona Dêr Elî ya li Sûriyeyê gav bi gav were zêdekirin.”
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




