Îranê bertek nîşanî cezayên nû yên Amerîkayê da: "Gef li ser aştiya navneteweyî ye"

PeyamaKurd – Îranê bertek nîşanî biryara rêveberiya Amerîkayê ya sepandina cezayên li ser Wezîrê Petrolê Mohsen Paknejad û hin şîrketên ku keştiyên ku petrola Îranê hildigirin, da û ev yek weke “metirsî li ser aştî û ewlehiya navneteweyî” bi nav kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî bertek nîşanî biryara cezayên nû yên Amerîkayê yên li dijî Wezîrê Petrolê yê Îranê Paknejad û hin şîrketên ku keştiyên petrola Îranê hildigirin, da.
Bekayî bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê yên ku dibêjin ew ji muzakereyan re amade ne û wiha got: “Teqezên nû yên li ser Îranê îsbata wê yekê ye ku Amerîka guh nade qanûnê û axaftinên wê yên li ser muzakereyan ji xapandinê pêve ne tiştekî din e.”
Bekayî girêdayîbûna Amerîkayê bi siyaseta ceza û zextan li ser welatên serbixwe wek binpêkirina serweriya qanûnê li ser asta navdewletî û metirsiya li ser aştî û ewlehiya navdewletî bi nav kir.
Rêveberiya DYAyê Wezîrê Petrolê yê Îranê Mohsen Paknejad û şîrketên ku keştiyên ku petrola Îranê ji bo Çînê vediguhezînin dixebitînin xistin lîsteya cezayan.
Bekayî destnîşan kir ku kiryarên Amerîkayê yên bi mebesta têkbirina pêwendiyên aborî û bazirganî yên Îranê bi welatên din re, binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî û prensîb û rêgezên bingehîn ên bazirganiya azad e û got: “Îran hikûmeta Amerîkayê ji encam û bandorên van kiryarên yekalî û nerewa berpirsyar dibîne.”
Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê Scott Bessent roja Pêncşemê 13ê Adara 2025an destnîşan kir ku armanca wan ew e ku hinardekirina petrola Îranê bi temamî qut bikin û got: "Wezareta Xezînedarîyê wê li dijî fînansekirina rejîmê ya ji çalakiyên bêîstiqrar û destpêşxeriyên metirsîdar şer bike û têk bibe."
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




