Neteweyên Yekgirtî li ser peymana HSD-Şamê daxuyanî da

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand ku ew piştgiriya peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdi û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de hatî îmzekirin dikin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric diyar kir ku ew hêvî dikin peyman bibe destpêka qanûnnameya nû û hilbijartinên azad û adil.
Dujarric diyar kir,
“Nûnerê Taybet ê NYyê yê Sûriyeyê Geir Pedersen jî vê peymanê weke gavekê bi erênî dibîne û daxwaz dike ku dewletên weke Tirkiye û Amerîkayê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”
Wî her weha anî zimên ku “Pedersen bi aktorên navneteweyî re hevdîtinan dimeşîne û bang dike ku herkes ji bo aştiya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê alîkariyê bike.”
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




