Trump, bi sekerterê NATOyê Rutte re civiya û berya civînê agahiyên balkêş da

Trump, bi sekerterê NATOyê Rutte re civiya û berya civînê agahiyên balkêş da

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump bi sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte re li Koşka Sipî civiya û berya civînê, li ser mijarên cuda agahiyan da. Di mijara agirbesê de got ku xwuya dike Rûsya ji bo agirbesê vekiriye û ji bo agirbesê bi hêviye. Trump got:

“Îro Ûkrayna agirbesa bi temamî qebûl kir. Em bendene Rûsya jî heman tiştî bike. Her hefte bi hezaran kes dimrin. Divê dawî li vê rewşê were. Şerê li Ûkraynayê ji bo DYA û hevkarên me maliyetekî zêde tîne.”

Trump got ku hevdîtinên ji bo agirbesê dewam dikin û dewam kir:

“Bi serok Putin û rayedarên din re em hevdîtinên ji dil dikin. Niha bi hemû terefan re li ser parvekirina axê, li ser santralên enerjiyê yên stratejik muzakereyên baş dimeşînin. Ne karekî hêsane lê divê asta yekem agirbes be. Armanca me qedandina şere û em dixwazin dinyayê bixin nav ewlehiyekî baştir.”

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.