Daxuyaniya Rêveberiya Rojava ya li ser "Pêşnûmeya Destûra Bingehîn"

Daxuyaniya Rêveberiya Rojava ya li ser "Pêşnûmeya Destûra Bingehîn"

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojava roja Pêncşemê 13ê Adara 2025an derbarê îmzekirina “Pêşnûmeya Destûra Bingehîn” ji aliyê rêveberiya Şamê ve ji bo qonaxa veguhêz daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Tevî çend meh di ser rûxandina rejîma Baas re derbas bûne û gelê Sûriyê ku li dijî vê rejîmê û kiryarên wê yên zordar rabûne, îro li Şamê “Pêşnûmeya Destûra Bingehîn” hat weşandin. Xalên di pêşnûmeya destûra bingehîn a demkî ya mijara gotinê de heman qanûnên ku rejîma Baas li ser wan hatiye avakirin e. Ev jî dîsa ji rastî û cihêrengiya Sûriyê dûr e. Berovajîkirina civak û nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ye. Ev reşnivîsa destûrê ji bo gelê Sûriyê ye; Ti nîşaneyên ku ruh û nasnameya hemû pêkhateyên wê ji Kurd bigire heta Ereb, Suryan û Asûrî tê de nîne.

Em weke Rêveberiya Xweser a Rojava diyar dikin ku ji bo diyarkirina paşerojeke demokratîk a Sûriyeyê û tevlîbûna neteweyî ya ku hevkariyê li welat xurtir dike, pêwîstî bi hevgirtin û yekîtiya gelê Sûriyeyê heye.

Herwiha em diyar dikin ku ev proje yasaya demkî dûrî cihêrengiya Sûriyê û beşdariya pêkhateyên niştimanî yên Sûriyê ye, lewra ev daxuyanî careke din ‘zêhniyeta takekesî’ nîşan dide, ku dirêjkirina rewşa berê ye ku gel li dijî wê derketibû.

Ev pêşnûmeya destûra demkî nûnertiya gelê me nake û nasnameya rast a Sûriyê nas nake. Ew şekl û çarçoveyek e ji bo ‘xerabkirina hewldanên avakirina demokrasiya rasteqîn li Sûriyê’. Herwiha naveroka wê ji Sûriyê û hêviyên gelê wê dûr e.

Destûreke rast ew e ku hemû pêkhate li ser wê yekê razî bin, wek paşeroja Sûriyê û rêyeke demokratîk a mayînde ku wê bi nifşan re bimîne. Em hêvîdar in ku hin nerîn û ramanên dûrxistî, teng, me venegerînin serî. Ji ber ku wê birîna Sûriyê vekirî bimîne.”

 
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.