Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê piştgiriyê dide peymana HSD û Şamê

Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê piştgiriyê dide peymana HSD û Şamê

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li ser peymana di navbera HSD û Hikûmeta HTŞyê ya Ehmed Şer de got: 

“Peymana di navbera HSD û Şamê de divê ewlehiya Kurdan garantî bike.”

Barrot piştgiriya welatê xwe Fransayê ya bo peymanê anî zimên û diyar kir: 

“Ev peyman maf û ewlehiya Kurdan û têkoşîna li dijî DAIŞê garantî dike.” 

Her weha Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê jî diyar kir ku ev gaveke erênî ye ji bo “yekîtiya Sûriyeyê û tevlibûna Kurdan di pêvajoya siyasî de û dê diyalogê hêsan bike.”

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.