Pêşnûmeya Destûra Sûriyê eşkere bû: Komara Erebî dimîne, Îslam jêdera sereke ye

PeyamaKurd - Komîteya nivîsandina Destûrê ya Sûriyeyê Pêşnûmeya Destûrê radestî Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera kir û pêşnûma îro 13ê Adarê hate îmzekirin.
Komîteyê ragihand ku reşnivîsa destûra qonaxa veguhaz radestî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera hatiye kirin û diyar kir, navê welatê Sûriyeyê wekî "Komara Erebî ya Sûriyeyê” dimîne û ti guherîn lê nayê kirin.
Di reşnivîsa destûrê de hatiye destnîşankirin ku Îslam jêdera sereke ya yasayê ye li Sûriyeyê û dewlet dê parastina xak û gelê xwe bike.
Herwiha hatiye tekezkirin ku hemû welatiyên Sûriyeyê, bêyî cudahî xwediyê heman maf û erkan in.
Li gorî daxuyaniya Komîteyê, di qonaxa destûrî ya nû de, desthelat dê di navbera parlamento û serokomariyê de were parvekirin.
Parlamento dê desthelata yasayî bike lê desthelata rêveberiyê wê di destê serokomar de be.
Serokomar dikare di dema pêwîst de rewşa awarte ragihîne û herwiha pêwendiya wezîran rasterast bi serokomar re dê hebe.
Di reşnivîsa destûrê de bal hatiye kişandin ku desthilata dadwerî dê serbixwe be û ti kes nikare destê xwe têxe karê wan.
Di heman demê de, parlamento dikare serokomar ji kar bixe û herwiha lêborîna giştî derxe.
Komîteyê diyar kir ku qonaxa veguhaz dê 5 salan dom bike û divê di vê qonaxê de komîteyeke taybet bê avakirin ji bo amadekirina destûreke demdirêj.
Di reşnivîsê de tekezî li ser mafê derbirîn û ragihandinê jî hatiye kirin û hatiye gotin, dê Komara Sûriyeyê rêzê li yasayên navdewletî bigire.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




