Wezîrên Iraqê ji bo vegerandina fonên alîkariyê yên Amerîkayê civiyan

PeyamaKurd - Li Bexdayê îro 13ê Adarê civîneke bilez bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê Qasim Arecî, wezîrên Koçberan, Werziş û Ciwanan, Kar û Karûbarên Civakî, Perwerde û Nûnerê Wezareta Navxwe, Serokê Dezgeha Hewalgirî, Serokê Desteya Ewlehiya Niştîmanî, Wekîlê Wezareta Ewlehiya Niştîmanî û hejmareke berpirsên din ên hikûmeta Iraqê hate kirin.
Di civînê de behsa naveroka nameya Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, li ser destnîşankirina valahiya kar ku ji encama birîna budçeyê ji aliyê Amerîkayê ve pêk hatiye û bandorên wê li ser bernameyên Neteweyên Yekbûyî li Îraqê hate kirin.
Piştî civînê hate ragihandin, “Hejmareke biryarên girîng ji bo piştevanîkirina Wezareta Koç û Koçberan û dezgehên Iraqî hate dayîn, ku li ser vê mijarê kar dikin.”
Di civînê de tekez li ser berpirsyarîya Civaka Navdewletî ji bo daxistina pişka duyem ya doza DAIŞê hat kirin, bi rêya nûjenkirina wan malbatên ku tevlî wê bûne.
Hate diyarkirin, “Ev berpirsyarîtî hevpar e, ne ku tenê ya Iraqê ye, lewma em daxwazê ji Amerîkayê dikin ku li biryara xwe ya li ser rawestandina piştevaniya xwe ji bo rêxistinên navdewletî li Iraqê vegere.”
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




