Amerîka: Wezîrê Petrolê yê Îranê Paknejad ket lîsteya cezayan

PeyamaKurd – Amerîkayê Wezîrê Petrolê yê Îranê Mohsen Paknejad û keştiyên ku ji bo şandina petrola Îranê ber bi Çînê ve dihatin bikaranîn xist lîsteya cezayên xwe.
Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê Scott Bessent doh Pêncşemê 13ê Adara 2025an di daxuyaniyekê de ragihand, armanca wan ew e ku hinardekirina petrola Îranê bi temamî bibire.
Scott Bessent got: "Wezareta Xezîneyê wê li dijî fînansekirina rejîmê ya çalakiyên bêîstiqrar û destpêşxeriyên metirsîdar şer bike û wan asteng bike."





