Salih Muslim: Em ne li pê dewleteke cuda ne

PeyamaKurd – Li ser peymana ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara de hat îmzekirin dewam dike, Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYDê Salih Muslim li ser peymanê ji rojnameya Tirkiyeyê re axivî.
Salih Muslim diyar kir ku ew çûne Şamê û li gorî dînamîkên herêmê û geşedanên li Sûriyeyê bi temamî li ser maseyê rûniştin û wiha got: “Ev demeke dirêje em bi hikûmeta Şarca re hevdîtinan dikin. Em ne di bin rêberî û talîmatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û ne jî welatekî din de li ser masê rûneniştin. Em nahêlin ti kes destwerdanê li avahiya me ya navxweyî û biryarên dawî bike. Dibe ku sibe biryara vekişîna ji bakur û rojhilatê Sûriyê bê dayîn. Em planên xwe li ser hebûna Amerîka û koalîsyonê nakin. Bi rastî, baweriya me zêde bi rêveberiya Trump tune. "Lê belê ev nayê wê wateyê ku em bi hevalên xwe re li ser tiştekê şêwir nakin."
Muslim der barê îdiayên ku dibêjin kampên ku çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan di bin kontrola HSDê de ne, wê di bin kontrola Tirkiyeyê de bin, Muslim got, "Koalîsyona Navneteweyî wê biryarê li ser vê bide. Em nizanin ew çi difikirin û dê çi biryarê bidin."
"Em ji pêvajoyê hêvîdar in"
Muslim destnîşan kir ku lihevkirina bi rêveberiya Sûriyeyê re bi banga Ocalan re lihevhatî û paralel e û got, "Em ji pêvajoyê bi hêvî ne. Di demeke kin de wê komîsyon bên avakirin û em derbasî qonaxa yekbûna bîrên petrolê, gumrik û hêzên çekdar bibin. Em ê pabendî peymanê bin." Muslim got, “8 maddeyên ku hatine lihevkirin bi temamî rast in. Divê spekulasyonên li ser vê mijarê cidî neyên girtin.”
Muslim diyar kir ku ew ne li pê dewleteke cuda nînin û wiha dewam kir:
“Berî her tiştî hevkêşeya Rojhilata Navîn bi awayekî xurt ji vê pêvajoya aştiyê bandor dibe. Em di wê baweriyê de ne ku bi dijminatiya Tirkiyeyê em ê negihêjin tu derê. Tirk cîranên me û miletekî dost in. Em ne li pê dewleteke cuda ne. Me ev gav avêt ku di çarçoveya tevlêbûna demokratîk a Sûriyeyê de hebe. Em dixwazin bibin parçeyek ji gelên Tirkiye û Sûriyeyê û di nava aştiyê de biratî bijîn. Em li Sûriyê daxwaza otonomiyê nakin. Em ti şert û mercên siyasî pêşkêş nakin. Em rêveberiya adil a li ser bingehê wekhev dixwazin.”





