Bakirhan: Divê Birêz Erdogan jî tevlî pêvajoyê bibe

PeyamaKurd - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku ji bo hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re, ew ê serlêdanê bikin û dema pirsgirêk bê nîqaşkirin, divê serokomar jî tevlî bibe.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan, îro 12ê Adarê li parlamentoya Tirkiyê ji rojnamevanan re ragihandibû ku eger serlêdana civanê ji DEM Partiyê were, ew dê binirxîne û ji xwe cîgirên wî bi DEM Partiyê re li ser pêvajoya hatiye destpêkirinê danûstandinê dikin.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, îro bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtin kirin.
Bakirhan di civîna hevpar de got, hevdîtin erênî derbas bûye û diyar kir: “Me li ser metna peymana navbera Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. Em li ser mijarên din ên li Tirkiyeyê axivîn.”
Bakirhan da zanîn, “Di metna bangê de rola Meclîsê hatiye destnîşankirin. Em diyar dikin ku divê niha meclîs bikeve tevgerê û meclîs ji bo rêûresmên yasayî nexşerêyekê, planekê û bernameyekê deyne pêşiya xwe, ji ber ku partiyên siyasî yên di meclîsê de li ser mijara çareserî û aştiyê li hev dikin.”
Bakirhan li ser serdana Erdogan jî got: “Bêguman heyeta me wê bi Birêz Erdogan re hevdîtinê bike. Ew yek ji aliyê herî girîng ê çareseriya pirsgirêkekê ye. Şandaeya me îro yan jî sibê serlêdana xwe pêşkêş bike. Em behsa pirsgirêkeke pir girîng dikin. Divê Birêz Serokkomar di mijara nîqaşkirina vê pirsgirêkê de cih bigire. Divê partiyên din ên siyasî jî tevlî bibin.”
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.