Mihabad | Pêşangeha zivistanê ya pirtûkan hat vekirin

PeyamaKurd – Li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, doh pêşangeha zivistanê ya pirtûkan bi navê “Dîrok”ê hat vekirin û li gor zanyariyan wê pêşangeh 20 rojan berdewam be.
Birêveberê pêşangehê Kambîz Îbrahîmzade diyar kir, “Vekirina pêşangeha Dîrokê, ew pêşwaziya germ a welatiyan û xwîneran li pêşangeha berê bû.” Herwiha got, “Ji bo îsal jî pêşangeha pirtûkan bi daşkandina 10% heta 50% li ser mijar û berheman hatiye vekirin û wê heta roja 28ê Şibata îsal berdewam be.”
Îro roja duyêm a pêşangeha pirtûkan e li bajarê Mihabadê. Kambîz Îbrahîmzade li ser rêjeya daşkadina li ser pirtûkên pêşangeha Dîrokê amaje da, “Rêjeya daşkandinê li ser zincîra pirtûkên seyda Mihemdê Qazî 10%, li ser kitêbên Kurdî 20%, li ser pirtûkên Ingilîzî 30%, li ser pirtûkên giştî 40% û herwiha li ser pirtûkên girêdayî zarok û ciwanan jî 50% ye.”
Pêşangeha zivistanê ya pirtûkan doh (Yekşem, 09.02.2025) li avahiya Wehdetê yê Mihabadê bi berçavkirina zêdetirî du hezar û 200 navnîşanan hat vekirin, ku zêdetirî 650 hezar pirtûkên Kurdî ne.





