Rayedarên Wezareta Petrolê ji bo hinartina petrola Kurdistanê bang li Parlamentoyê kirin

PeyamaKurd – Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di warê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de derketine, bang li rayedarên Wezareta Petrola Iraqê kir.
Endama Komîsyona Petrol û Gazê Sebah Subhî ji K24ê re ragihandiye, biryar e hinek berpirsên Wezareta Petrolê bo Parlamentoyê vexwînin û li ser sedemên ne destpêkirina hinartina petrolê û pirsgirêkên di navbera kompaniyên berhemanîna petrolê yên Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Iraqê de lêkolînê bikin.
Sebah Subhî amaje bi wê yekê jî kir ku wê heftiya bê civîn li parlamentoyê bê lidarxistin.
Li gor zanyariyan, hefteya borî Wezareta Petrol û Çavkaniyên Xwezayî ya Iraqê ligel kompaniyên Yekîtiya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê ya Wezareta Petrol û Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê (APIKUR) civiya, lê ti rêkeftinek çênebû.
Biryar bû civîneke din ji bo çareserkirina pirsgirêkan bê lidarxistin, lê kompaniyên APIKUR helwesta xwe nîşan dan ku ew amade ne bi mekanîzma ku Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar kiriye, hinartina petrola Kurdistanê careke din dest pê bikin.
Li gor rêkeftina yekem a derbarê destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê de, di qonaxa yekem de rojane 185 hezar bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê re tê hinardekirin.





