Îsraîl: Em ê bêsînor li Sûriyeyê bimînin û Dûrziyan biparêzin

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, duh di serdana xwe ya Çiyayê Hermonê de ku li Sûriyeyê ye, ji rojnamevanan re daxuyaniyên girîng da.
Katz got ku Îsraîl amade ye ji bo demeke bêsînor li Sûriyeyê bimîne û ev peyam da.
Li gorî malpera nûçeyan a The Times of Isralê, Katz di axaftina xwe de behsa serokê birêveberiya Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) a li Sûriyeyê, Mihemed el-Golanî (Ahmed el-Şara) kir.
Wî got:
“El-Colanî her sibe çavên xwe li Qesra Serokatiyê ya li Şamê veke, wê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ji lûtkeya Hermonê lê binêre û wê bîne bîra wî ku em li vir in û li herêma ewlehiyê ya başûrê Sûriyeyê ne ji bo parastina gelê li Golan û Celîleyê ji gefên wî û hevalên wî yên cîhadîst.”
Katz her wiha destnîşan kir ku “Artêşa Îsraîlê amade ye ji bo demeke bê sînor li Sûriyeyê bimîne” û got:
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.“Em ê herêma ewlehiyê ya Hermonê biparêzin û piştrast bikin ku herêma ewlehiyê ya başûrê Sûriyeyê ji çek û leşkeran vala be, ji çek û gefan azad be.”





