Ji PZKê banga hilbijartina dersên Kurdî li dibistanan

PeyamaKurd - Platforma Zimanê Kurdî (PZK) di çarçoveya kampanyaya ji bo bijartina dersên Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
PZKê bang li malbatan kir dersên Kurdî li dibistanan ji bo zarokên xwe hilbijêrin ku serlêdana dersên bijarte 3yê Sibatê dest pê kiriye û 17ê mehê jî bidawî dibin.
Ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî (zazakî) yên ji bo polên 5-6-7 û 8 kampanyayên partî, sazî û komeleyên sivîl ên Kurd berdewam dikin.
Platforma Zimanê Kurdî jî bi daxuyaniyekê piştgiriya vê pêvajoyê kir û bangî malbatên Kurd kir ku dersa Kurdî ji zarokên xwe re hilbijêrin.
Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî:
“Di sala 2025 an de, di meha Sibatê de dîsa wexta hilbijartina dersên bijarte ye.
Bi vê boneye em jî wekî Platforma Zimanê Kurdî daxwazin ku şagirtên Kurdan zimanê xwe hilbijêrin.
Helwesta Kurdan di pirsa mafê zimanê Kurdî de bi rastî gelekî girîng e. Bila zarokên me ti caran bê zimanê Kurdî neminin.
Zarokên me bila xwe bi zimanê xwe pênase bikin. Dayîk û bavên ku dixwazin dikarin zimanê Kurdî hilbijêrin.
Ev jî çawa be mafek e. Divê Kurd bi hemû awayan xwedî li mafê perwerdehîyê bi zimanê Kurdî derkevin.
Dersa bijartê tenê gava pêşî ye, helwestek e, derfetek e. Lê ev ti caran jî têr nake.
Armanca me ya sereke helbet fermîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Ev maf divê ji alîyê hemû Kurdan ve bi hişmendî were parastin.
Rewşa siyasî li bakurê welatê me îro hatiye guherîn. Siyaseta erdnigariya me, di rewşa şênber de tiştên nû niqaş dike.
Me wekî Platforma Zimanê Kurdî her tim daxwaz kiriyê ku zimanê Kurdî ji qreşan bigirin heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehîyê û fermî.
Di Qanûna Bingehîn de Zimanê Kurdî divê were pejirandin. Di vê mijarê de çi qasî zor û zehmetî hebe jî, divê Kurd xwedî li mafê perwerdehîyê bi zimanê Kurdî derkevin.
Divê em wekî Kurd hevbeş mafê perwerdehîyê bi zimanê Kurdî derxînin pêş.
Divê em zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û zimanê xwe wekî nasnama xwe jî biparêzin.
Bila baş were zanîn ku rûmet û nasnama Kurdan di zimanê Kurdî de veşartî ye!
Berdewamîya Netewa Kurd jî dîsa di perwerdehîyê bi zimanê Kurdî re derbas dibe!
Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî bi axivin. Siyasetê bi Kurdi bikin! Şahî û xemên xwe bi Kurdî bînin ziman!
Zimanê Kurdi bila di civaka Kurdan de her gav zindî be. Em Kurd di hemû qadên civakê de divê bi şanazî xwedî li zimanê xwe derkevin!
Banga me ji hemû partîyên sisyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re ev e, her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li zimanê Kurdî derkevin.
Bila her gav pirsa ziman di rojeva me de be. Em bi hevdû re hişmendiya zimanê Kurdî di civaka xwe de bilind bikin.
Dîsa her gav em bi xwe bi xwe hewl bidin ku bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêr bibin.
Zimanê xwe di çalakiyan de bi kar bînin. Pirsa zimanê Kurdî bikin pîvanekî siyasî û civakî.
Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin.
Em bi hevdû re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hevbeş bibin, xwe bidin ser hev.
Platforma Zimanê Kurdî dibêje, Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e!
Bila vê rastiyê her kes bizani be!”
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




