Li Kurdistanê pêşwazîya meha Remezanê tê kirin

PeyamaKurd - Sibê, 1ê Adarê yekem roja Rojiya meha Remazan a pîroz e ku îşev yekem paşîv tê xwarin. Alema Îslamê li cîhanê û li çar parçeyên Kurdistanê misilman pêşwaziya Remezanê dikin.
Li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li mizgeftan nimêjên terawîhê têne kirin û helmetên alîkariya feqîr û hejaran pêk tên.
Piştî rojiya 30 rojên meha Remezanê li piraniya alema îslamê 30ê Adarê wekî yekem roja cejnê wê bê pîrozkirin.
Li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê Remezan bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Li Bakurê Kurdistanê li cihên îbadetê yên girîng wek Mizgefta Mezin a Amedê xelk di nimêja terawîhê de têne ba hev û li bajêr jî sifreyên mezin ên fitarê, tevî zehmetiyên aborî jî bi sedema jiyandina ruhê Remezanê têne lidarxistin.
Li Rojhilatê Kurdistanê bajarên wek Mehabad û Sineyê jî meha Remezanê bi kêfxweşiyeke manewî tê pêşwazîkirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî tevî şer û rewşên xerab a aborî, gel pêşwaziya meha Remezanê dike û hêvî dike ev meha pîroz aştîyê bi xwe re bîne.
Cejna Remezanê dê roja yekşemê, 30ê Adara 2025an dest pê bike. Lê belê dibe ku li hin welatên Rojhilata Navîn li gorî dîtina heyvê yekem roja cejnê rojek berê yan jî paşê were pîrozkirin.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




