Hunermendê Kurdî Reşîd Sofî canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Hunermend û muzîkjenê Kurdî yê ji Rojavayê Kurdistanê Reşîd Sofî di 72 saliya xwe de û piştî nexweşiya pençeşêrê, duh derengî şevê li nexweşxaneyeke bajarê Kobanê canê xwe ji dest da.
Ew yek ji muzîsyenekî navdar bû ku gelek berhemên giranbiha li dû xwe hiştin.
Kesûkarên hunermend Reşîd Sofî ragihand ku nêzîkî heftiyekê bû ku tenduristiya wî ji ber pençeşêrê xera bûbû.
Reşîd Sofî sala 1953yan li bajarê Kobanê ji dayîk bûbû, malbata wî dîndar bû, bavê wî miftiyê bajêr bû.
Wî sala 1970yan de dest bi karê hunerî kir, serê pêşîn meqamên dînî stran û ji wan re awaz danî.
Her ji ber bandora dînî, berê xwe da bala xwe da muzîka rojhilatî û enstrumana ûdê dijenand.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




