Heftiya bê li Hewlêrê dê Festîvala Şevên Remezanê pêk bê

PeyamaKurd – Walîtiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê amaje bi wê yekê kir ku amadekarî hatine temam kirin û heftiya bê Festîvala Şevên Meha Remezanê ya herî mezin dê li Hewlêrê pêk bê.
Walîtiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand:
“Amadekarî hatine temam kirin û heftiya bê di bin sîbera kelehê de û li pêş parka bajêr Festîvala Şevên Meha Remezanê ya herî mezin ya bi taybet bi xwarinên Kurdî, xwarinên biyanî, karên destî, çalakiyên hunerî û karên din ên cuda dê pêk bê.”
Walîtiya Hewlêrê diyar kir ku Festîvala Şevên Remezanê dê heta dawiya meha Remezanê berdewam bike.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.




