Amerîka: Hemasê êrîşî karmendên alîkariyê kir

Amerîka: Hemasê êrîşî karmendên alîkariyê kir

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 6ê Tîrmehê, Tevgera Hemasê bi êrîşa li ser karmendên alîkariyê yên Amerîkî û Saziya Mirovî ya Xezzeyê tawanbar kir.

Li gorî daxuyaniyê, êrîş di dema belavkirina alîkariyên xwarinê de pêk hatiye û di encamê de du karmend birîndar bûne.

Hate diyarkirin, her du karmendên birîndar niha têne tedawîkirin û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Piştî belavkirina alîkariyên mirovî li ser hezaran welatiyên Xezeyê, êrîşkaran du bombeyên destan avêtine ser Amerîkiyan."

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ragihand, Tevgera Hemasê ji vê êrîşê berpirsiyar e.

Bruce li ser platforma Xê got: "Ev kiryara tundûtûjiyê ya li hemberî karmendên alîkariyê, xirabiyên Hemasê eşkere dike."

Bruce got, Saziya Mirovî ya Xezeyê heta niha zêdetirî 62 milyon danên xwarinê belav kirine û tekez kir: "Tiştek nikare pêşî li karê van karmendan bigire û em ji bo başbûna bilez a birîndaran dua dikin."

Artêşa Îsraîlê jî Hemas tawanbar kir ku proseya belavkirina alîkariyan li Xezeyê têk dide.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.