Amerîkayê Lubnan hisyar kir: Dema bêçekkirina Hizbullahê heta dawiya Mijdarê ye; Îsraîl amadekariya ser dike
PeyamaKurd – Li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê, alozî di asta herî bilind de ne. DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hişyarî da Bêrûdê û dema Lubnanê ya ji bo bêçekkirina Hizbullahê heta dawiya Mijdarê sînordar kir.
Navbeynkarê Amerîkî Tom Barrack demeke taybet daye artêşa Lubnanê, û gotiye heke di çalakiya çekdarkirina Hizbullahê de "guherînek berbiçav" çênebe, Washington dê destpêkirina operasyoneke leşkerî ya Îsraîlê fam bike.
Li gorî raporên medyaya Îsraîlê, Tel Avîv amadekariyên xwe ji bo pevçûneke berfireh zêde dike. Serokwezîr Benjamîn Netanyahû li ser "raporên xeternak" ên ku dibêjin Hizbullah li başûrê Lubnanê binesaziya xwe ji nû ve ava dike û bi qaçaxî çekan tîne, nîgeran e. Armanca Îsraîlê ew e ku bi gefên bombebarana dijwar zextê li hikûmetê bike da ku Hizbullahê bêçek bike.
Li gorî îstîxbarata rojavayî, Hizbullahê sewqiyata çekan ji Îranê bi rêya Iraq û Sûriyeyê ji nû ve daye destpêkirin. KAN (Dezgeha Weşana Giştî ya Îsraîlê) hişyarî da ku "Eger Hizbullah ji nû ve çekdarkirina xwe berdewam bike, dê li Lubnanê cihekî ewle nemîne."
Amerîkayê ji Îsraîlê xwestiye ku êrîşên xwe heta dawiya Mijdarê rawestîne, lê ev daxwaz wekî îhtîmala çiraya kesk ji bo operasyoneke mihtemel tê şirovekirin, ku ev yek xetera zêdebûna şerekî herêmî zêde dike.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.