Civîna duyemîn têkildarî pêkanîna projeya Rêya Pêşketinê hate lidarxistin

Civîna duyemîn têkildarî pêkanîna projeya Rêya Pêşketinê hate lidarxistin

PeyamaKurd – Duyemîn civîna derbarê cîbicîkirina projeya Rêya Geşepêdanê ji aliyê şandên Iraq, Tirkiye, Îmarat û Qeterê ve li paytext Bexdayê hat lidarxistin.

Di daxuyaniya Wezareta Veguhestinê ya Iraqê de hat ragihandin ku lijneya hemahengiya çar alî li baregeha şîrketa Rêyên Hesin a Iraqê civiyan.

Herwiha ji bo civîna bê ya wezîrên pêwendîdar ên her çar hikûmetan ku li Enqereyê bê lidarxistin jî amadekarî hatin kirin. Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo cîbicîkirina qonaxên projeyê divê pêwendî bi hemû welatên beşdar di projeya rêya geşepêdanê de were kirin.

Rêvebirê Giştî yê Benderên Iraqê Ferhan El-Fertûsî ragihand ku karê projeya berfirehkirina bendera El Faw li parêzgeha Besrayê wê di çaryeka dawî ya sala 2025an de bi dawî bibe.

Projeya Rêya Geşepêdanê dê bi 1200 kîlometre rêya hesinî û otobanê Tirkiyê bi Bendera Fawê ya li Kendava Farsê ve girêbide. Projeya 17 milyar dolarî tê plankirin ku îsal destpê bike û di sala 2050 de biqede. Dirêjahiya rêya trênê ya ku di 11 parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe 1175 kîlometre û dirêjahiya rê jî 1190 kîlometre ye.

Di çarçoveya serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a 22ê Nîsana 2024an de bo Bexdayê de, di navbera Iraq, Tirkiye, Îmarat (Îmarat) û Qeterê de peymaneke çaralî ya ji bo hevkariya di projeya Rêya Pêşxistina Iraqê de hat îmzekirin.

Beriya niha jî di 27ê Gulana 2023an de bi beşdariya nûnerên Erebistana Siûdî, Tirkiye, Sûriye, Urdun, Kuweyt, Behreyn, Qeter, Îmarat, Uman û Îranê û herwiha nûnerên Banka Cîhanî û Yekîtiya Ewropayê konferansek hatibû lidarxistin. Yekîtî, ku gavên di çarçoveya projeya Rêya Pêşketinê de bên avêtin hatin nîqaşkirin.