Civîna Sûriyeyê û Amerîkayê li Urdinê dest pê kir

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya El-Erebiyeyê civîneke sêalî li Urdinê di navbera wezîrên derve yên Urdin û yê hikûmeta demkî ya Sûriyetê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack de dest pê kir.
Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Esed Şeybanî, Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack li Omana paytexta Urdinê civiyan da ku li ser ji nû ve avakirina Sûriyeyê û ewlehiya wê biaxivin.
Wezareta Karên Derve ya Urdunê roja Yekşemê 10ê Tebaxa 2025an ragihand ku civîna ji bo nîqaşkirina rewşa heyî ya li Sûriyeyê, pêvajoya ji nû ve avakirinê û misogerkirina ewlehiya li welêt dê roja Sêşemê 12ê Tebaxê were lidarxistin.
Şandeya hikûmeta demkî ya Sûriyî dê ji hêla Wezîrê Derve Şeybanî ve were birêvebirin û şandeya Amerîkî dê ji hêla Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump ê ji bo Sûrîyeyê, Tom Barrack ve were birêvebirin. Barrack li ser medyaya civakî ev daxuyanî belav kir: "Ev gava me ya hevbeş ber bi Sûrîyeyeke pir-etnîkî, aştîxwaz û geş e."
Ev cara duyemîn e ku ev sê alî di nav kêmtirî mehekê de li hev dicivin, piştî civîna wan a di 19ê Tîrmeha 2025an de ku dîsa li Omanê pêk hatibû.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




