Di ereba polîsekî dajot de 9 kaleşnîkof û 5 demançe dîtin

Di ereba polîsekî dajot de 9 kaleşnîkof û 5 demançe dîtin

PeyamaKurd – Bi gumana ku maddeyên hişbir ji Diyarbekirê dibe Îstenbolê, erebeyekî xistin taqîbê û li bajarê Sakaryayê erebê kontrol kirin. Di erebê de 9 heb klaşnîkof, 5 demançe, 25 jarjor û 77 fişek ketin dest.

Di kontrolê de hat fêmkirin ku ajotvanê erebê polîsekî yê bi navê M.A.K.ye û hêzên asayîşê ew xistin binçav.  Parêzgeha bajarê Sakaryayê di daxwuyaniya xwe de got ku bi serpreştiya serdozgeriya bajêr, tîmên asayîşa bajêr bi gumana ku maddeyên hişbir ji Diyarbekirê dibe Îstenbolê erebeyekî xistin bin taqîbê.

Tîmên asayîşa Sakaryayê li ser rêya otoyê erebê dan rawestandin. Di erebê de çekên li jorê behsa wan hat kirin ketin dest.

Polîsê bi navê M.A.K. xistin binçav û niha li asayîşê îfadên wî digrin.

Ev nivîs 143 car hatiye xwendin.