Zêbarî: Hikûmeta Iraqê teknîkîyan wek hincet bi kar tîne...

Zêbarî: Hikûmeta Iraqê teknîkîyan wek hincet bi kar tîne...

PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî diyar kir ku civînên Hikûmeta Iraqê tenê ji bo derengxistina bicihanîna erkên xwe ne.

Hoşyar Zêbarî îro Sêşemî 08.07.2025 (îro) li ser platforma xwe ya tora civakî daxuyaniyek belav kir.

Zêbarî got, "Hikûmeta Sûdanê bi hinceta hûrgiliyên teknîkî ji erkên xwe direve," û tekez kir ku serokatî, civînên wezîran û civînên komîteyan tenê ji bo derengxistina sozan in.

Zêbarî tekez kir ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî desthilata tevahî ji bo belavkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê heye.

Li gorî agahiyên ji Bexdayê hatine wergirtin, Encûmena Wezîrên Iraqê di civîna xwe ya 8ê Tîrmeha 2025an de biryar da ku komîteyek ji pênc wezaretan pêk tê li ser mûçe û petrolê ava bike.

 
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.