Trump: Hêvî dikim em neçar nebin careke din êrîşî Îranê bikin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re de, derbarê îhtîmala êrîşeke duyemîn a li ser Îranê de got, "Ez hêvî dikim ku em neçar nebin gaveke wisa bavêjin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump berî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, li ser pirsa li ser îhtîmala êrîşeke duyemîn a li ser Îranê wiha bersiv da: "Ez hêvî dikim ku em neçar nebin tiştekî wisa bikin."
Trump diyar kir ku Îran dixwaze li ser maseya danûstandinan rûne û got, "Êrîşa li ser sê tesîsên nukleerî derbeyek giran li Îranê da, ew niha ji du hefte berê pir cuda ne û ew dixwazin peymanek çêbibe." Wî herwiha got ku ew amade ye di wextê guncav de cezayên li ser Îranê rake û derfetê bide welêt ku ji nû ve ava bibe.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




