Dîplomatekî Kurd bû balyozê Çînê û yek jî bû yê Polonyayê yê Iraqê

Dîplomatekî Kurd bû balyozê Çînê û yek jî bû yê Polonyayê yê Iraqê

PeyamaKurd – Iraqê dîplomatên Kurd ên xwedî ezmûn Bekir Ehmed Ezîz Caf ji bo Polonyayê û Ehmed Tehsîn Berwarî jî wek balyoz li Çînê tayîn kir.

Iraqê dîplomatên Kurd ên berê Bekir Ehmed Ezîz Caf wek balyoz li Polonyayê û Ehmed Tehsîn Berwarî jî wek balyoz li Çînê tayîn kir. 

Hat ragihandin ku her du dîplomatan berê di postên giring ên derveyî Iraqê kar kirine û fermanên serokatiyê yên derbarê tayînkirinê de di Rojnameya Fermî de hatine weşandin û ketine meriyetê.

Ev tayînkirin bi fermanên ku di hejmara 11ê Tebaxa 2025an a rojnameya fermî ya Iraqê "Weqa’î Iraqiye" de hatin weşandin.

Yek ji fermanan li ser destnîşankirina Bekir Ehmed Ezîz Caf wek Balyozê Iraqê yê li Polonyayê ye.

Berî erkê xwe yê nû li Polonyayê, Caf wek balyozê Romanyayê kar dikir û berê jî li Gurcistan û Ûkraynayê postên dîplomatîk ên bi vî rengî rabûbû.

Fermana din li ser destnîşankirina Ehmed Tehsîn Berwarî wek Balyozê Iraqê li Çînê ye.

Berî tayînkirina wî, Berwarî serokê mîsyona Iraqê li Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) bû û berê jî wekî balyozê Iraqê li Nepal û Hindistanê kar kiribû.

Fermanên Serokkomariyê yên derbarê tayînkirina du balyozên Kurd de di 29ê Tîrmeha 2025an de hatin derxistin.

Li gorî fermana ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, tayînkirin dê ji roja derketinê ve derbasdar bin û Wezîrê Karên Derve dê ji bicîhanîna fermanê berpirsiyar be.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.