PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê kevirê bingehîn ê nexweşxaneyeke 10 textî li komelgeha Hîtutê ya qezaya Amêdiyê ya Duhokê danî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dema danîna kevirê bingehîn ê nexweşxaneyê ragihand, tevî qeyranan, di pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re û encamdana projeyên stratejîk de berdewam dibin.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: “Di karnameya hikûmetê de, me gelek girîngî daye ku fermangehên hikûmî û xizmetguzarî bigihin hemû deverên Kurdistanê, ji bo welatî neçar nebin ji bo nexweşî yan karekî din sardana navendên parêzgehan bikin. Ji ber wê me biryar da vê nexweşxaneyê ji vê deverê re dirust bikin. Ji ber ku ev devereke fireh e xelkekî têkoşer, xebatkar û qehreman tê de ye. Ji ber wê pêwîst e xizmeteke baş ji wan re bê kirin. Tiştê ji me bê jî, tê de kêmxemiyê nakin, ne tenê ji bo vê navçeyê, belkû ji bo hemû navçe û deverên dûr jî”.
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Mixabin piştî destbikarbûna kabîneya nehem, tûşî çend qeyranan bûn. Bi taybet jî nexweşiya Koronayê û piştre jî qeyrana darayî ku tûşî gelek navçeyên din ên cîhanê bû jî. Lê ew me ranawestînin, reng e em nikaribin ji ber wan qeyranan zû bi cih bikin û zêdetir mijûlî rûbirûbûna Koronayê bin, lê ew ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo hemû deveran, me ranawestînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin