Haertz: Rayedarên Şamê serdana Îsraîlê kirin û rasterast civiyan

Haertz: Rayedarên Şamê serdana Îsraîlê kirin û rasterast civiyan

PeyamaKurd – Medyaya Îsraîlê ragihand ku berpirsên Sûriyê hevdîtinên rasterast li gel Îsraîlê pêk anîne.

Rojnameya Haartez ya Îsraîlê got ku berpirsên Sûriyê di meha Nîsanê de, serdana Îsraîlê kirine û hevdîtinên veşartî yên rasterast li gel berpirsên Îsraîlê kirine.

Li gorî agahiyên rojnameyê berpirsên herdu aliyan ji wezareta parastinê bûn û hinek berpirs ji Quneytrayê jî hebûn.

Haartez destnîşan kir civîn çend rojan dewam kirin û di heman demê de şandeyeke ji Durziyan li Îsraîlê bû.

Hêjayî gotinê ye, berî niha Desteya Televizyona Îsraîlê ragihandibû, danûstandinên Enqere û Tel Avîvê yên derbarê Sûriyê de, dîsa li Baku ya Azerbeycanê dest pê kirine û vê carê Îsraîlê sê merc danîne pêşiye Tirkiyê.

Bi gotina desteyê Îsraîlê xwestiye ti hêzên ku ewlehiya wê dixin metirsiyê nêzî sînorê wê li Sûriyê nebin, çekên stratejîk li Sûriyê nebin û divê Sûriye gefeke rasterast ji bo Îsraîlê çêneke.

Serokê Desthilata Şamê Ehmed El-Şera li Parîsê eşkere kir ku hewldana aramkirina aloziya di navbera wan û Îsraîlê de tê dayîn.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.