Trump: Îro rojeke bêhempa ye ji Ukrayna û Rûsyayê re

Trump: Îro rojeke bêhempa ye ji Ukrayna û Rûsyayê re

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî daxuyaniya agirbestê ya Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn got: "Îro rojeke bêhempa û mezin e ji bo Rûsya û Ukraynayê! Ez hêvî dikim ku dema ev 'serşûştina xwînê' ya bêdawî bi dawî dibe, li ser bi sed hezaran jiyanên ku dê bên rizgarkirin bifikirin."

Serokê DYA Donald Trump, piştî pêşniyara hevdîtinên agirbestê ya li Stenbolê ku îro ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ve hat kirin, daxuyanî da.

Trump di daxuyaniya xwe de ya li ser platforma medyaya civakî Truth Social de wiha got: "Rojeke bêhempa û mezin e ji bo Rûsya û Ukraynayê! Ez hêvî dikim ku dema ev 'serşûştina xwînê' ya bêdawî bi dawî dibe, li ser bi sed hezaran jiyanên ku dê bên rizgarkirin bifikirin. Ev ê bibe cîhaneke bi tevahî cuda û gelekî çêtir. Ez ê bi Rûsya û Ukraynayê re bixebitim da ku ev pêk were. DYA dixwaze li ser jinûve avakirinê û bazirganiyê bisekine. Hefteyeke mezin li pêşiya me ye."

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.