Îsraîlê benderên Yemenê yên Hûsiyan bomberan kir

PeyamaKurd – Medyaya Îsraîlî îro ragihand ku Hêza Hewayî ya Îsraîlê êrîşên asmanî li benderên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de kirine, ku wekî navendên êrîşên li dijî Îsraîlê têne dîtin.
Hate ragihandin ku êrîş piştî hişyariya valakirinê ya ji bo benderên Ras Îsa, Hudeyda û Es-Salifê pêk hatin.
Ev êrîş bersiva êrîşên Hûsiyan ên bi mûşek û dronan li ser Balafirgeha Ben Gurion û Yaffayê ne, ku piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Sanaayê hatin.
Hûsî van êrîşan wekî bersiva şerê Îsraîlê li Xezeyê dibînin.
Ji aliyê din ve Hûsiyan li ser êrîşên Îsraîlê tu daxuyanî neda.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.





