Li Kongresa Amerîkayê dê li ser Sûriyeyê konferansek pêk bê

PeyamaKurd – Li Kongresê ji bo nîqaşkirina pêşeroja Sûriyeyê û daxwaza welatekî piralî konferans dê bê lidarxistin.
Hat ragihandin ku Duşem û Sêşema bê, salonên Kongresê dê mazûvaniya Konferansa Demokrasiyê ya Sûrî-Amerîkî bikin.
Ev însiyatîf, ji aliyê Tevgera Sivîl a Azad a Sûriyeyê, Komeleya Elewiyan a Amerîkî û Rêxistina Alîkariyê ya Palmyraya Nû ve, pirsgirêkên Sûriyeyê bi diyalogeke zelal dê nîqaş vike.
Piştî aloziyên dawî û tundûtûjiya mezhebî, konferans armanc dike ku pirrengiya Sûriyeyê nîşan bide.
Mudar El-Hewranî diyar kir ku ev “Qîrîneke wijdanî ye ji bo Sûriyeyeke azad û dadperwer.”
Nûnerên wekî Sînem Mihemed, berpirsa Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, pisporên navneteweyî yên wekî Walid Fares dê axaftinan bikin.
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.





