Rûsya: Em li bendêne henardekirina nefta Kurdistan tafilê destpê bike

Rûsya: Em li bendêne henardekirina nefta Kurdistan tafilê destpê bike

PeyamaKurd - Rûsyayê ragihand ku ew li bendê ne henardekirina nefta Herêma Kurdistanê di demeke nêz de destpê bike.

Konsulê Giştî yê Komara Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand ku pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê gellekî baş in û hêviya welatê xwe ya ji bo tafilê destpêkirina henardekirina nefta Herêma Kurdistanê anî ziman.

Konsulê Giştî yê Komara Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê Maksim Robin di ragihandina xwe de wiha got: “Kompaniyên li Herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî kar dikin. Di vê çarçoveyê de pêwendiyên me yên gelek baş ên aborî bi Herêma Kurdistanê re hene."

Konsulê Giştî yê Rûsyaya hêvî jî kir ku henardekirina nefta Herêma Kurdistanê li van nêzîkan bê destpêkirin û herwiha ragehand ku pêwendiyên wan ên bi Herêma Kurdistanê re bi awayekî çalak bi pêş ve diçin.

Maksim Robin bi bîr xist ku demeke nêzîk a beriya niha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re hevdîtinekê pêk aniye û her du alî jî ji vê civîn û danûstandinê razî bûne.

Berî hingê jî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û danûstandinên gelek baş û bimifa bi dostên Kurd re kiribûn.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.